Duh hatibû ragihandin ku wê hevdîtin di nav heftê de pêk bê.
Eşkere bû ku wê şande roja pêncşemê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Di nava şandeyê de Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol hene.
Hevdîtina roja Pêncşemê wê bibe hevdîtina destpêkê ya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku piştî avabûna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratiyê û Demokrasiyê pêk tê.
Tê payin ku Rêber Abdullah Ocalan têkildarî karên komîsyonê pêvajoya çekdanînê peyamên girîng bide heyetê.