Dewleta Îranê Ferheng Şêxleh li girtîgeha Sineyê bi dar ve kir

Zêdebûna cezayên bidarvekirinê, fikaran çêdike. Hejmara bidarvekirinan di salekê de du qat zêdetir bûye. Dewleta Îranê îro girtiyekî din jî li girtîgeha Sineyê bi dar ve kir û cezayên bidarvekirnê li 3 ciwanên din jî birî ku yek ji wan boksorê navdar Benyamîn Naqdî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê bi armanca tirsandina civakê, birîna cezayên bidarvekirinê li kesên girtî û mûxalifan zêdetir kiriye.

Di berdewamiya kiryarên xwe yên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistanş û Îranê de, dewleta Îranê girtiyekî din li girtîgeha Sineyê bi dar ve kir.

Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan, kesê ku hatiye bidarvekrin bi navê Ferheng Şêxleh û bavê du zarokan e.

Rêxistina mafê mirovan a HRANA'yê eşkere kir ku ev bidarvekirin bi rengekî veşartî hatiye kirin ku heta niha jî, ne rayedarên girtîgehê û ne jî saziyên berpirsyar ji bo bidarvekirina vî girtiyî, ti agahî belav nekirine.

Dewleta Îranê cezayê bidarvekirinê li 2 ciwanên Kurd birî

Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê jî, Dadgeha Bilind a Îranê cezayê bidarvekirinê li du ciwanên Kurd bi navên Mihemed Ferecî û Reuf Merûf birî.

Hatiye diyarkirin ku her du ciwan di dema serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn girtin.

Niha jî, Dadgeha Bilind a Îranê ji bo bicihanîna cezayê bidarvekirinê, dosyaya her du ciwanên çalakvan pêşkêşî şaxê bicihanîna cezayan kiriye.

Şampyonê hunerên şer Benyamîn Naqdî di bin metirsiya bidarvekirinê de ye

Di hamann demê de, dewletê cezayê bidarvekirinê li şampyonê hunerên şer Benyamîn Naqdî yê ji Şîrazê birî.

Boksor Benyamîn Naqdî di 3’yê çileyê de, bi behaneya beşdarbûna li çalakiyan hetibû  girtin.

Ji aliyê xwe ve, parêzerê Neqdî, Mustefa Nîlî, ragihand ku li dijî biryarê îtîraz wê bê kirin û tekez kir ku îtîraz dê di çarçoveya rêkarên qanûnî yên diyarkirî de ji Dadgeha Bilind a Îranê re were pêşkêşkirin.

Dewleta Îranê bi tawana sîxurtiya ji Îsraîlê re 8 kes binçav kirin

Her wiha welatiya ji Rojhilatê Kurdistanê Zehra Mûhammedvelî ku ji navçeya Abdananê ya Îlamê ye, di 23'yê gulanê de li navçeya Dehloranê hat binçavkirin û heta niha jî, ti agahî der barê wê de tune ye.

Di heman çarçoveyê de jî, HRANA'yê diyar kir ku di roja 28'ê gulanê de, 5 welatî ku li bajarên Sib, Suran û Mehrestanê dijîn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û ber bi cihên nenas ve hatin birin.

Li aliyekî din jî, Beşa Têkiliyên Giştî ya Supaya Pasdarên Îranê, girtina du kesan li Urmiyê ragihand.

Pasdaran îdîa kir ku ev her du kes bi tawana ku xebata bi saziyên girêdayî Îsraîlê re hatine girtin.

Ji destpêka sala 2026'an ve, piştî serhildanên girseyî yên gelê Rojihilatê Kurdistanê û Îranê û şerê 40 rojî yên Îsraîl û Amerîkayê li ser Îranê, Komra Îslamî zextên xwe li ser welatiyan û bi taybetî girtiyan zêde kirine.

Dewlet rojane girtin û bidarvekirinan bi behaneya têkiliyên bi Îsraîl û Amerîkayê re pêk tîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye