Rekora cîhanê li Stenbolê bi Kanye West re hat şikandin

Rapvanê navdar Kanye West, ku konserên wî yên li Îngilistan, Fransa, Swîsre û Polonyayê ji ber dij-semîtîzma wî hatibûn betalkirin, destûr hat dayîn ku li Tirkiyê konsertê bide û li Stenbolê konsertek li dar xist. Ji çar aliyên cîhanê 118,000 hezkiriyên muzîkê beşdarî vê konserê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konserên rapvanê navdar Kenya West, ku ji aliyê welatên Îngilistan, Fransa, Swîsre û Polonyayê ji ber fikrên wî yên dij-semîtîzmê (dijî Îsraîl, cihûyan) hatin betalkirin, piştî 11 salan bi erêkirina dewleta Tirkiyê li Stenbolê dest pê kirin.

Kenya West ku bi dijberiya xwe ya li dijî Îsraîlê tê nasîn, piştî demeke dirêj karî dest bi tûra xwe ya Ewropî bike.

West, bi dîzayneke sehneyê ya mezin û pêşandanek du saetan li ber 118,000 kesan performans pêşkêş kir.

Konserê her wiha rekora herî zêde beşdarbûyî ya li stadyumekê li cîhanê şikand.

Hezkiriyên muzîkê yên ku çend demjimêr berê gihîştibûn cihê çalakiyê, çawa ku derî di saet 4'ê êvarê de vebûn, ber bi stadyumê ve çûn. 

Di konserê de koroyeke mezin hat afirandin

Li seranserê konserê, Kanye West stranên ji albûmên di demên cuda yên kariyera xwe de û her wiha bijarteyên ji albûma xwe ya dawî BULLY, pêşkêş kirin.

Lîsteya stranên wî yên taybetî yên Stenbolê, pêşandanên li ser dikê û hilberîna wî ya dîtbarî bi taybetî balkêş bûn.

Di hin stranan de, bi deh hezaran hezkiriyên muzîkê bi West re stran gotin û koroyek mezin afirandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye