Di salvegera 65`an a şewata sînemaya Amûdê de Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5`emîn tê lidarxistin.
Festîval bi dirûşmya “Çîrokên Hevpar, Sînemeya Azad“di navbera13-20`ê Mijdara 2025`an de li Qamişloyê wê bê lidarxistin.
Duh bernameya mîhrîcanê hat eşkerekirin.
Mîhrîcan wê ji aliyê Komîna Rojava ya Fîlm a girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) ve tê birêxsitinkirin.
Mîhrîcan li Navenda TEV-ÇAND`ê ya bajarê Qamişlo û li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo bê lidarxistin.
Bernameya li dar xistina semîneran û pêşandan fîlman di saetên cuda yên sibeh û êvarê de ne.
Li gorî agahiyên komîteya amadekar 81 fîlm û 22 senaryoyên ku ji hêla komîteyê ve hatine pejirandin beşdarî mîhrîcanê dibin.
Ji wan 81`an, 8 navnetewî, 21 belgefîlm, 8 fîlmên Kurdî, 37 kurtefîlm û 7 fîlmên Sûrî ne.
Li kêlek pêşandana fîlman wê 6 semîner û panel têkildarî rewşa sînamayê li cîhanê û Kurdistanê bên dayîn.
Her wiha 2 perwerde yên girêdayî derheneriya dîmenê kamîrayê û derhêneriyê bên lidarxistin.
Wê pêşbirk di roja dawî ya mîhrîcanê de werin çêkirin
Di 20`ê Mijdarê, ango roja dawî ya festîvalê de wê 81 fîlm derbasî pêşbirkê bibin û li ser asta navneteweyî, belgefîlm, fîlmên Kurdî, kurtefîlm û fîlmên Sûrî werin xelatkirin.
Her wiha di beşa senaryoyê de wê xelatên filmên kurt û fîlmên dirêj bên dayîn.
Piştî 6 salan careke din mîhrîcana fîlman wê bê lidarxistin
Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava cara yekem di Mijdara 2016`an, mîhrîcana duyemîn li Qamişlo di 13`ê Mijdara 2017`an, mîhrîcana 3`yemîn li Kobanê di Mijdara 2018`an û mîhrîcana 4`emîn di 13`ê Mijdara 2019`an de li Qamişloyê hatibûn lidarxistin.
Di sala 2022`an de jî wê mîhrîcana 5`emîn pêk bihata, lê ji ber şert û mercên ewlekariyê pêk nehat.
Mehrîcana 5'emîn wê piştî 6 salan careke din di 13`ê Mijdara 2025`an de bê lidarxistin.