Koma Amed, yek ji komên populer ên salên 90'î ye.
Piştî salên dirêj cardin vegeriya Kurdistanê û rêze konserên xwe berdewam dike.
Hat ragihandin ku ji bo konsera Enqerê firotina bilêtan dê di 18'ê Cotmehê de dest pê dike û dê 30'ê Çilêyê, pêk were.
Navnîşana konserê ku bi hevkariya Navenda Çanda Anatolia û Sanatça Organizasyon ve hate organîzekirin, Navenda Kongre û Pêşangehan a Congresium e.
Di sala 1988'an de, koma muzîka Kurdî Koma Amed, piştî ku ji hêla xwendekarên zanîngeha Enqerê ve hate organîzekirin, ji ber zextên siyasî yên serdema 1997'an neçar ma ku welêt biterikîne.