Kurd bi çand û hunera xwe ya rengîn û balkêş tên naskirin

Mamoste û pisporê mûzîkê Serkewt Burhan bal kişand ser talana Tirkan û Azeriyan a mûzîk û berhemên Kurdan û got: "Azarî û Tirk xwedî 5 pîvanên deng in, nikarin forma Kurdan bistirin. Niha beşeke zêde mûzîk û huneran hene ji Kurdan û Yewnan dizîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çanda Kurdî, bi hunera xwe ya rengîn û balkêş tê naskirin.

Dagirkerên Kurdistanê, li her çar perçeyan hewil dan Kurdan ji çanda wan dûr bixin û polîtîkaya pişaftinê li ser wan bi kar bînin.

Lê bi saya kesên dilsoz û çandparêz beşek ji çand û hunera Kurdî hatiye parastin û heta roja îro jî xwe dewam dike.

Mamoste Serkewt Burhan ku li ser mûzîkolojiyê xwedî master e, têkildarî çand û huner û parastina wê axivî.

"Yekemîn notayên mûzîkê li Kurdistanê hatine dîtin"

Mamoste Serkewt Burhan da zanîn ku yekemîn notayên mûzîkê li ser kerpîçên heriyê ku xwediyên wan Hûrî ne, li Kurdistanê hatine dîtin.

"Mûzîka Kurdî xwe ji kûrahiya dîrokê digire"

Serkewt Burhan, bal kişand ser reseniya hunera Hor, Siyaçemane, Heyran û Beytan ku piştrast dike mûzîka Kurdî xwe ji kûrahiya dîrokê digire.

Burhan, got ku Kurd 8 pîvanên dengan bi kar tînin, lê li herêmên ku Azerî û Tirk lê dijîn, herêmên Asya Navîn in, xwedî 5 cureyên pîvana dengan in.

Mamoste Serkewt Burhan, herî dawî tekez kir ku divê Kurd xwedî li çanda xwe ya dewlemend derkevin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye