Mîhrîcana çandî ya salane ya 37’emîn li bajarê Wup-pertal ê Almanyayê, di 23-24’ê gulanê de hat lidarxistin.
35 kom derketin ser dikê.
Gelek kom ji Almanya, Swîsre û Fransayê beşdarî festîvalê bûn.
Bêtirî 400 folklorîstên ciwan beşdarî mîhrîcanê bûn.
Rêjeya herî zêde ya beşdarbûna mihrîcana îsal, ji sedî 90 jin bûn.
Vê yekê di rêjeya serkeftinê de jî xwe da der.
Her çar komên serkeftî jin bûn.
Di pêşbirkê de, "Koma Evîna Welat a Jinan bi Hev re" ji Swîsreyê cihê xwe di rêza yekem de girt.
Tîmên ji Hamburg û Kolnê di rêza duyem de bûn.
"Koma Şiyar a Jinan" ji Salzgitter jî rêza sêyem bi dest xist.
Mîhrîcan bi govendên gelêrî yên Kurdî bi dawî bû.