Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Bexdayê ku 2 rojan dom kir, doh bi rêze hevdîtinan bi dawî bû.
Roja Şemiyê 23yê gulanê, Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û di heyama du rojan de serdana hejmareke siyasetmedar, Rayedarên Îraq û navendên Hikûmî kir.
Di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Emîndarê Giştî yê Esaib Ehl Heq Şêx Qes Xiz Elî re civiya.
Di civînê de rewşa giştî, proseya siyasî ya Îraq û Herêmê, pêşhateyên dawî û başkirina xizmetguzariyan hatin nîqaşkirin.
Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Serokwezîrê Berê Adil Ebd Mihdî kir.
Adil Ebd Mihdî bal kişand li ser rola Serokê PDKê Mesud Barzanî ya di siyaseta Başûrê Kurdistanê û Îraqê de û serdana Mesrûr Barzanî weke gaveke girîng girt dest.
Mesrûr Barzanî jî piştgiriya Adil Ebd Mihdî ya ji bo mafê rewa û destûrî yê gelê Kurdistanê spas kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê berê Iyad Elawî re jî civiya.
Iyad Elawî behsa fedekariyên gelê Kurdistanê û rola wan a sereke ya di xilaskirina Îraqê ji Dîktatoriyetê de kir.
Mesrûr Barzanî dilsoziya xwe ya ji bo helwesta biratiyê û piştgiriya berdewam a Elawî ji doza gelê Kurdistanê re anî ziman.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Encûmena Bilind a Îslamî Şêx Humam Hemûdî re jî civiya.
Her du aliyan li ser pêwîstiya piştgiriya hewldnên Hikûmeta Federal ji bo başkirina xizmetguzarî û parastina mafê destûrî yê tevahî pêkhateyan li hev kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtinek bi Parêzgarê Parêzgeha Besrayê Esed Îdanî re kir.
Di hevdîtinê de girîngiya xurtkirina asoyên hevrêzî û hevkariya di navbera Parêzgeha Besra û Parêzgehên Herêma Kurdistanê di tevahî sektoran de, derket pêş.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şandeyeke ji Hevpeymana Semîm bi Serokatitya Cîgirê wê Amir Fayiz re civiya.
Her du aliyan li ser pêwîstiya xurtkirina karê hevbeş di navbera tevahî hêzên siyasî de bi armanca başkirina rewşa jiyanî li hev kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdanên xwe yên li Bexdayê bi civîna li gel Rêberê Şepala Hikme Imar Hekîm bi dawî kir.
Di wê civînê de jî ji bo rû bi rûbûna bi tevahiya astengiyan re, tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya Kabîneya nû ya Hikûmeta Federal hat kirin.