Di demekê de ku gefên Hûsiyan li Rojhilata Navîn zêde bûne, sererkanên Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî li Riyadê civineke girîng a leşkerî lidar xistin. Di civînê de Sererkanê Tirkiyeyê Selçuk Bayraktaroglu, Fermandarê Hêzên Bejahî yên Pakistanê Asim Munîr û Sererkanê Erebistana Siûdî Feyad bin Hemîd El-Ruweylî amade bûn.
Ev civîn di çarçoveya Peymana Parastina Hevbeş a Mekeyê de pêk hat ku di Tebaxa 2026'an de hatibû îmzekirin û li gorî wê êrişeke li ser yekî wekî êrişa li ser her sê welatan tê dîtin.
Herwiha piştî civîna Stenbolê biryara avakirina sekreteriyeke mayinde li Siûdiyê hatibû dayîn û navê mekanîzmayê wekî Hevpeymaniya Parastinê ya Mekeyê hatibû diyarkirin.
Ev hevsengî di demeke de ye ku Hûsiyan êrişên xwe zêde kirine û gef li Tirkiye û Pakistanê xwarine ku eger piştgiriya Siûdiyê bikin dê bibin hedef, lewra gavên pratîkî yên van welatan tên şopandin.