Mesrûr Bazanî: Divê Amerîka eşkere bike bê çek dane kê

Piştî ku Donald Trump angaşt kir ku Amerîkayê bi rêya "navbeynkarên Kurd" çek ji bo xwepêşanderên Îranê re şandine, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev angaşt red kir û ragihand ku Herêma Başûrê Kurdistanê ji barên çekan ne agahdar e. Di heman çarçoveyê de, beriya niha PJAK`ê jî wergirtina her cure çek ji Amerîkayê red kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Donald Trump di 5`ê Nîsana 2026`an de tevlî bernameyeke kanala Fox Newsê bû.

Trump ji nûçegihanê kanala Fox Newsê re axivî û got ku îdareya wî bi rêya navbeynkarên Kurd "gelek çek" ji xwepêşanderên Îranê re şandine.

Li gorî Trump, ev çek negihîştine destê xwepêşanderan.

Trump angaşt kir ku Kurdan ew çek ji bo xwe birine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de bersiva van angaştan da.

Barzanî daxuyand ku Herêma Başûrê Kurdistanê ji şandina ti barên çekan agahdar nîne.

Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de got:

"Divê ev pirs ji rayedarên Amerîkayê bi xwe were pirsîn.

Eger Amerîkayê çek radest kiribin, bê guman dizane radestî kê kirine.

Ez li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjim, em ne agahdar in.

Bila ew aliyê ku çek girtine paşê eşkere bibe."

Alîkarê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîr Ezîz Ehmed jî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Ehmed gotinên Mesrûr Barzanî dubare kirin û tekez kir ku ti agahiyên Başûrê Kurdistanê li ser şandina çekên Amerîkayê tune ne.

Di heman çarçoveyê de, hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî rû bi rûyî angaştên bi vî rengî bûbû.

Hevserokatiya PJAKê Gelawêj Ewrîn bi daxuyaniyeke fermî ragihandibû ku wan ti çek ji Amerîkayê wernegirtine û tekez kir ku ev gotegot hemû dûrî rastiyê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye