PDK û YNK'ê li ser avakirina hikûmeta nû hîna li hev nekirine

Pirsgirêkên li hemberî avakirina hikûmeta nû ya Herêma Başûrê Kurdistanê didomin. Zêdeyî 2 salan e, hilbijartin ji bo parlamentoya Kurdistanê hatiye encamdan, lê heta niha nehatiye aktîvkirin û hikûmeta nû jî nehatiye avakirin. Ev yek jî herêmê dixe nava metirsiyê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Zêdetirî 19 meh in, hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye kirin, lê heta niha ne hikûmet û ne jî parlamento aktîf bûye û dest bi kar kiriye.

Ligel vê jî serweriya Herêma Kurdistanê niha di xeteriyeke mezin de ye.

Nêzî 3 salan e, navenda biryar û çavdêriyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê bêkêr bûye û kar nake.

Yek ji pirsgirêkên herî sereke ya ji sala 1992’an û heta niha, nebûna yekdengiyeke netewî ya hêzên siyasî ye.

PDK’ê ku xwedî 39 kursiyên parlamentoyê ye û xwe serkeftiya helbijartinan dibîne, gelek caran seredana aliyên siyasî kiriye, lê li ser parvekirina postan negihîştiye ti encaman.

Di dawiya bizavane jî, YNK’ê ku xwedî 23 kursiyan e, hevpeymaniyek di gel çend aliyên siyasî de ava kiriye û daxwaza nîvê hikûmeta nû dike, lê heta niha PDK’ê bi fermî bersiva YNK’ê nedaye .

Avanekirina hikûmeta nû metirsiyê li ser destkeftiyan çêdike

Welatî avanekirina hikûmeta nû bi metirsî dibînin û didin zanîn ku heke hikûmeta nû ava nebe, dê metirsiyê li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistanê çêbike û dixwazin di zûtirîn dem de parlamento û hikûmeta nû werin avakirn.

Welatî destnîşan dikin ku eger hêzên Pêşmerge nebin yek, nakokiyên partiyan kêm nebin, peyamên dîplomasî nebin yek, statûya Herêma Kurdistanê dikeve jêr xeteriyeke rasterast.

Welatî dibêjin ew komployên li ser Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, peyamek e ji bo herêmê ku eger ev rewşa neyînî ya li herêmê dewam bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye