Helebce ji bo festîvala hinaran amade ye

Li parêzgeha Helebceyê, komîteya amadekar amadekariyên dawî yên Festîvala Hinaran dike. Endamê Lijneya Bilind a Festîvalê, Erselan Abid got: "Armanca sereke ya festîvalê pêşxistina berhemên navxweyî ye."

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê amadekariyê dawî yê festîvala hinaran têne kirin. 

Ev fîstîval her sal di dîrokên cuda de li parêzgeha Helebceyê tê lidarxistin û  tê de hinar, şêranî, hingiv û xwarinên hişkkirî têne firotin.

Berpirsê Ragihandinê yê Geştyariya Helebceyê Hewraman Celal derbarê amadehiyên fîstîvalê de axivî.

 

Festîvala hinaran wê 30'ê vê mehê dest pê bike

 

Hewraman Celal diyar kir ku amadekarî berdewam dikin û Festîval wê 30'ê  mehê dest pê bike û wê 3 rojan berdewam bike.

Endamê Lijneya Bilind a Festîvalê, Erselan Abid dest nîşan kir ku tenê navê wê Festîvala Hinaran e, di festîvalê de hemû berhemên xwemalî û karên destan tên  pêşkêşkirin. 

Erselan Abid da zanîn ku  250 dikan ji bo firotina hinaran, şêranî, hingiv û xwarinên hişkkirî yên xwemalî hatine amadekirin.

Hat eşkere kirin ku  nêzîkî 200 dikan wê ji bo xwaringehan bin. 

Li gorî gotina Erselan Abid, divê ev xwaringeh, tenê xwarinên Kurdewarî pêşkêşî mêvanan bikin.

Her wiha hat gotin ku serpereştên festîvalê dixwazin heftebazarekê jî vekin, lê hîna li ser awa û cihê wê biryara dawî nehatiye dayîn.

 

Erselan Abid: Em li benda 300 hezar kesî ne 

 

Erselan Abid got ku ew li benda 300 hezar kesî ne bên festîvalê.

Erselan Abid  di dawiyê de got: "Armanca sereke ya festîvalê pêşxistina berhemên xwemalî û peydakirina bazarê ji bo, cotkar û bazirganên herêmê ye."

 

Di festîvala sala borî de firotin milyarek û 435 milyon dînar bû

 

Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê, berhema salane ya hinaran li Herêma Kurdistanê zêdetirî 80 hezar ton e û  30 hezar ton jî yên Helebçe ne.

Her wiha li gorî amadekarên festîvalê,  firotina giştî ya par gihîştibû "milyarek û 435 milyon dînarî.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye