Li Xezeyê tenê agirbest li ser kaxizê maye û pêkanîna agirbestê weke hesretekê di çav û dilê sivîlên Xezeyê de maye.
Tevî ku agirbest li Xezeyê hatiye ragihandin lê bi awayekî rojane tê binpêkirin.
Li gorî Madyaya Filestînî agirbest 47 caran hatiye binpêkirin.
Her wiha Werzarata Tenduristiyê ya Xezeyê jî eşkere kir ku piştî agirbesta ku herî dawîyê hatiye ragihandin 38 kes hatine kuştin û 143 kesên din jî birîndar bûne.
Îsraîl: Deriyê Refehê wê girtî bimîne
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da ku Deriyê Sînorî yê Refehê yê di navbera Xeze û Misirê de wê neyê vekirin.
Her wiha Netanyahu da xuyakirin ku vekirina sînor bi vegerandina termên dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê ji aliyê Hemasê ve girêdayî ye.
Îsraîlê piştrast kir ku sînor wê wekî beşek ji agirbestê ji bo çûn û hatina Filistîniyan bihata vekirin, ne ji bo ketina alîkariyan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Hemas bi hewldanên binpêkirina agirbestê tawanbar kir û wiha anî ziman: “Eger Hemas pabendî peymana ku wî navbeynkarî kiriye nebe, ew ê destûrê bide hêzên Îsraîlî ku li Xezeyê ji nû ve şer bikin.”
Hemas: Girtina deriyê Refehê binpêkirineke peymanê ye
Ji aliyê din ve jî, Tevgere Hemasê ragihand ku biryara Netanyahu ya astengkirina vekirina deriyê Refehê, binpêkirineke eşkere ya peymana Xezeyê ye.
Her wiha Hemasê da xuyakirin ku girtina Deriyê Refehê dihêle wergirtin û vegerandina termên girtiyên Îsraîlê dereng bimîne.