Amerîka: Ji bo şer leşkerên me amade ne

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê amedebûna leşkerên ku li ser keştiya USS ya ku gihîştiye Rojhilata Navîn, ji bo şer eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku operasyon û perwerdehiya rojane ji bo nêzîkî 3 hezar û 500 deryavan û leşkerên deryayî yên li ser keştiya USS Tripoli, berdewam dike.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê destnîşan kir ku Hêzên çekdar amadebûna şer a herî bilind diparêzin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di 28`ê adarê de, ragihandibû ku keştiya şer a USS Tripoli ku nêzî 3 hezar û 500 deryavan û leşkerên Amerîkî li ser in, gihiştiye Rojhilata Navîn.

Berê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump eşker kiribû ku eger danûstandin bi Îranê re, bi ser nekevin, ew dikarin operasyonên bejahî jî, li dijî Îranê pêk bînin.

Îranê jî her wiha diyar kiribû ku Amerîka dibêje ew bi Tehranê re di nava danûstandinan de ne, lê li aliyekî din jî, amadekariyên operasyonan ên bejahî li dijî Îranê dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye