Karnavala Çandan a salane îro li Berlînê dest pê dike

Karnavala Çandan a ku di sala 1996'an de li Berlîna paytexta Almanyayê wekî bersivekê li dijî nijadperestî û êrîşan dest pê kir, îsal di gera xwe ya 30'yemîn de, tê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karnavala Çandan a ku di sala 1996'an de li paytexta Almanya, Berlînê dest pê kiriye, her sal bi beşdariya sed hezaren ve li dijî nîjadperestiyê tê pîrozkirin.

Organîzatorên Karnavalê ragihandin ku ew ji bo sala 2026'an bi kêmasiyeke darayî ya 85,000 € re rû bi rû ne.

Sedemên vê kêmasiyê kêmkirina budçeyê, lêçûnên zêde, û berpirsiyariyên ewlehî û teknîkî yên zêde ji bo çalakiyên mezin in.

Rexmî kêmbûyîna budçeyê jî Karnaval îro dest pê kir û heta roja Duşemê 25'ê Gulanê wê berdewam bike.

67 komên navneteweyî beşdar dibin

Tê payîn ku 67 komên navneteweyî beşdarî karnavalê dibin.

Organîzatoran ragihandin ku ji 4 heta 5 hezar kesî dê bi cil û berg, muzîk û koreografiyê beşdarî defîleyê bibin.

Nêzîkî 900 hunermend û muzîkjen dê di festîvala kolanan de ya ku li Bluşerplats li krotsberg tê lidarxistin, performansê pêşkêş bikin.

Li qada festîvalê dê şano, performans û çalakiyên muzîkê, her wiha firoşgehên xwarin û hunerên destan werin lidarxistin.

Beşdarbûna çalakiyan dê belaş be.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye