Bi boneya Cejna Newrozê li seranserî Bakurê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, Kop a Mûşê, Xelfetî ya Rihayê, Meletî û Misirc a Sêrtê Newroza 2026'an bi dirûşmeya “Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîrozkirin.
Bi sedan welatî li xaçerêya Emeksizê ya li navenda Meletiyê beşdarî çalakiya Newroza "Azadî û Demokrasiyê" bûn.
Her kesî bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî bi coş û heyecaneke mezin govend gerandin.
Gultan Kişanak di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Nisêbînê de, got:
"Eger têkoşînên ku li çaraliyê cîhanê tê meşandin bi aştiyê bi dawî dibe, wê demê mîmarê wê aştiyê, rêberê wê aştiyê, divê azad be."
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, pîrozbahiya Cejna Newrozê bi dirûşmeyên "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newroza Azadî û Demokrasiyê" hat lidarxistin.
Welatiyan , ji danê sibehê ve dest bi herikîna qada Newrozê kirin. Welatiyan, bi alên kesk, sor û zer ketin qadê û li ber stranan, govend gerandin.
Gel li navçeya Kopê ya Mûşê jî daketin qadan.
Di pîrozbahiyê de parlamenterên DEM Partiyê yên Mûşê Sumeyye Boz û Sezaî Temellî û gelek welatî amade bûn.
Li navçeya Hezroyê ya Amedê jî cejna Newrozê hat pîroz kirin.