Dengbêjiya dayikan di dîrokê de xwedî cihekî taybet e

Xanim Sezan jineke Kurd e, li gundê Mozexanê yê navçeya Bêgirî ya Wanê dijî, ji 7 saliya xwe de dengbêj e. Xanim Sezan got ku ew bi evîna stranên Şakiro mezin bûye û pê bandor bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kevneşopiya dengbêjiyê, beşeke girîng a çand û hunera Kurdî ye, di tevahiya dîrokê de girîngiya xwe parastiye.

Di dengbêjiyê de, jin tevî qedexeyan wekî bingeha çanda devokî û dengê berxwedanê cihekî girîng digirin.

Her çend dengê wan di pêvajoyên dîrokî de ji ber avaniyên baviksalarî hatibe paşguhkirin jî, jinên li Mezopotamyayê êş, serhildan û çîrokên xwe bi kilam û zarbêjan anîne ziman.

Dengbêjên jin bi têkoşîna li dijî rolên zayendî yên civakî û zordariyê, ev huner gihandine roja îro.

Xanim Sezan: Dayika min got şerm e lê min dengbêjîya xwe domand

Xanim Sezan a ku li gundê Mozexanê yê navçeya Bêgirî ya Wanê dijî, ji 7 saliya xwe de dengbêj e, got:

"Dêya min bi gotina 'şerm e' ez bêdeng kirim. Mêrên malbatê jî ji stranbêjiya min razî nedibûn. Tevî vê yekê jî, min serî hilda û stran gotin."

Xanim Sezanê daxwaz ji hemû jinan kir ku stranan bêjin, û got divê ew wekî ku dixwazin tevbigerin û Jin bi keziyên xwe dîrokê dinivîsin.

Xanim Sezanê: Ez bi evîna stranên Şakiro mezin bûm

Xanim Sezanê di dawiyê de, got:

"Ez bi evîna dengê Şakiro mezin bûm. Guhdarîkirin û gotina stranên ku wî digotin, ez bandor dikirim. Her wiha min stranên ku dihatin gotin, di bîra xwe de tomar dikirin û piştre jî  dema ku ez bi tenê dimam, min ew digotin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye