Li Bakurê Kurdistanê gelek çalakiyên cûr bi cûr, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de têne lidarxistin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî, 12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê, dest pê kir.
Festîvala ku wê 3 rojan berdewam bike, ji aliyê Şaredariya Cizîrê û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ve hat plansazîkirin.
Her wiha Festîval bi panel, nîşandana fîlm û dîwana dengbêjan hate lidarxistin.
Gelek rêxistinên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û bi sedan kes tevlî festîvalê bûn.
Di çarçoveya festîvalê de panelek bi sernavê “Ziman, wêje û psîkolojiya civakê” hate lidarxistin.
Nivîskar Faysel Ozdemir di festîvalê de diyar kir ku ziman bingeha jiyana civakî ye û wiha axivî:
“Bêyî ziman, wêje, huner û psîkolojî nabe.
Heke ziman nebe, em jî nabin.
Wêje li ser civakê roleke pir mezin dilîze.”
Panel bi beşa pirs û bersivan re bi dawî bû.
Her wiha di festîvalê de bang hate kirin, da ku her kes beşdarî meşa ku dê sibê li Taxa Cûdiyê bi dirûşma “Gavek ji bo Aştiyê” bê lidarxistin, bibe.