Donlad Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê wiha got:
“Îşev, di bin rêveberiya min de, hêzên Amerîka û Nîjeryayê bi serkeftî mîsyoneke plankirî pêk anîn, da ku terorîstê herî xeternak ê cîhanê yê bi navê Ebû Bîlal El-Minokî, ji holê rakin.”
Ebû Bîlal El-Minokî, difikirî ku ew dikare li Afrîkayê xwe veşêre, lê wî nizanîbû ku çavkaniyên me hene ku me ji tevgerên wî agahdar dikin."
Êbû Bîlal El-Minokî kî ye?
Ebû Bîlal El-Minokî yê ku Serokê Amerîkayê Kuştina wî ragihandiye kî ye?
Navê wî yê rast Ebû Bekir Bin Mihemed Bin Elî El-Mînokî ye, her wiha ew pir navên cuda jî bikar tîne.
Li gorî raporên Nîjeryayî û Amerîkî, Ebû Bîlal El-Minokî, yek ji serokên herî girîng ên DAIŞ`ê bû, ku li Rojavayê Afrîkayê tê nasîn û bi parêzgeha Rojavayê Afrîkayê ve girêdayî bû.
Li gorî agahiyên ku belav dibin, ew di sala 1982yan de li herêma Mainok a Dewleta Bornoyê ya Nîjeryayê ji dayik bûye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berê wî xistibû nav lîsteyên terorîzmê.
Raportên artêşa Nîjeryayê di sala 2024an de nîşan didin, ku wî li Rojavayê Afrîkayê serokatiya tiştê ku wekî "Parêzgeha El-Furqan" a DAIŞê dihat nasîn dikir.
Her wiha ew beşdarî çalakiyên çekdarî yên girêdayî rêxistinê li bakurê Nîjeryayê bûbû.