DYA'yê agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de 45 rojên din dirêj kir

Di berdewamiya êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de, 7 kes hatine kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûne.Hemdemî van êrîşan jî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de, heya 45 rojan dirêj kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Îsraîl û Libnanê de li aliyekî agirbest tê ragihandin û li aliyekî din jî êrîş berdewam dikin.

Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê di nava agirbesta ku hatiye ragihandin de jî, êrîşên xwe li ser gundewar û bajarokên başûrê Libnanê berdewam dike.

Artêşa Îsraîlê li bajarê Nabatiye yê li başûrê Libnanê navendeke parastina sivîlan armanc girt.

Di encama êrîşê de, 6 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.

Her wiha Artêşê li bajarokê Tebnîn jî êrîşek pêk anî û di encamê de kesek hatiye kuştin û birîndar jî çêbûne.

Artêşa Îsraîlê îro hişyarî da niştecihên 9 bajarokên başûrê Libnanê, ku ji cih û warên xwe derkevin.

Piştî vê hişyariyê, pêleke berfireh a koçberiyê ji wan 9 bajarokan ber bi Sîda û Beyrûtê ve çêbû.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku wan peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de ji bo 45 rojên din dirêj kir.

Wezareta Derve ya DYAyê diyar kir ku wê dirêjkirina agirbestê ji bo 45 rojan, rê li ber dan û standinên siyasî û ewlehiyê yên di navbera Îsraîl û Libnanê de veke.

Wezaretê diyar kir ku rêya siyasî ya dan û standinan wê di 2 û 3'yê hezîranê de ji nû ve dest pê bike.

Wezaretê da zanîn ku dirêjkirina agirbestê bi armanca ku rê li ber pêşketinên li ser mijarên heyî, yên di navbera her du aliyan de yên ku nehatine çareserkirin, veke.

Wezareta Derve ya DYA'yê dest nîşan kir ku dan û standinên ku 2 rojên dawî pêk hatine jî "pir berhemdar" bûn.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku rêya ewlehiyê wê di 29'ê gulanê de li Pentagonê, bi beşdariya şandeyên leşkerî yên ji her du welatan, dest pê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye