Li Rimêlanê şahiya Zarhunera Havînê hat lidarxistin

Dibistana Zarhunera Havînê şahiyek li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Rimêlanê bi dirûşmeya “Em ê xwe fêrî xweşikbûnê û zanînê bikin” ji zarokan re li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di destpêka şahiyê de, peyama Rêber Abdullah Ocalan ji zarokan re hat pêşandan.

Li ser navê Dibistana Zarhunera Havînê, Necbîr Xanim dest nîşan kir ku ev çalakî encama 2 meh û nîv a xebat û hewldana bênavber e ku zarok li ser muzîk, şano, wênexêzî û govendê perwerde didîtin.

Piştre, koma Kûlîlkên Rojava, koma Pargîn û koma Girbawî jî çend berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Her wiha koma Rîwan, koma Şehîd Feraşîn, koma Bavê Teyar, koma zarokan a Til Koçerê, koma Efrîn û koma Ava Mezin şano pêşandan.

Koma Zeryên Xweristî, koma Şehîd Jînda, koma Şehîd Lorîn a Ereb û govendên floklorî gerandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24