Di êrişên Rûsyayê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn

Hêzên Rûsya duh bi şev bi dronan bajarên Kramatorsk û Kharkîvê yên Rojhilatê Ûkraynayê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şaredariya Kramatorsk der barê êrişê de daxuyaniyek li ser Telegramê weşand û ev agahî parve kirin:

"Duh bi şev di nava 30 deqeyan de, Rûsiya 7 dron li bajêr xistin. Di encamê de kesek ku temenê wî 64 bû, hat kuştin. Di heman demê de zerar gihişt saziyek perwerdeyê û hin avahiyan."

Li gorî nivîsgeha dozgeriya herêmî, li Kharkiv droneke Rûsî erebeyek bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de yek jê ciwan, 3 kes birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê vê sibehê ragihandibû ku wan duh 37 dronên Ûkraynayê bê bandor kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye