Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyeke nû belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tenê sala 2025'an li 21 wlatan herî kêm 326 wezîfedarên alîkariya mirovî hatin kuştin.
Hate gotin, di nava sê salên dawî de, hezar û 10 xebatkarên alîkariya mirovî jiyana xwe ji dest dane.
Koordînatorê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Tom Fletcher, anî ziman ku ev hejmar li gorî sê sal beriya wê tê wateya zêdebûneke bi 3 qatî.
Li gorî daxuyaniyê, piraniya bûyeran li herêmên şer qewimîne û windahiya herî giran li Xeze û Şerîa Rojava bû.
Hate eşkerekirin ku ligel vê yekê li Sûdan, Sûdana Başûr, Ûkrayna û Komara Demokratîk a Kongoyê gelek xebatkarên alîkariya mirovî jiyana xwe ji dest dane.
Tom Fletcher, got ku kesên jiyana xwe ji dest dane, dema hewl dane avê, dermên û alîkariya stargehê bigihînin deverên pêwîst hatine kuştin.
Fletcher, destnîşan kir ku hiqûqa mirovî ya navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser parastina xebatkarên alîkariyê di pratîkê de nayên bicihanîn.
Fletcher, destnîşan kir ku êrîşên li ser xebatkarên alîkariya mirovî ne tenê li ser kesan e, di heman demê de êrîş li hêviya jiyana bi milyonan mirovî ye.
Herî dawî Koordînatorê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Tom Fletcher, bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo parastina xebatkarên alîkarî biryarên xwe bi cih bîne.