Polîsa Londonê ragihand ku îro di derdora saet 1:45'ê sibehê de, li dijî saziyeke Cihûyan ( Hatzola ) êrîşek pêk hat.
Êrîş li bakurê Londonê, li herêma Golders Green hat kirin.
Di encama vê êrîşê de, çar ambulansên girêdayî saziya Cihûyan hatin şewitandin.
Ji bo kontrolkirina agir şeş wesayîtên agirkujiyê û nêzîkî 40 agirkuj hatin şandin.
Polîsê her wiha, piştrast kir ku birîndar tune ne û hemû agir di bin kontrolê de ne.
Xaniyên derdorê wek tedbîr hatin valakirin û hin rê jî hatin girtin.
Polîsa Londonê di derbarê vê bûyerê de, daxuyaniyek da.
Polîsa Londonê: Bûyer wekî sûcekî nefretê ya dij-Semîtiyê ye
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev bûyer wekî sûcek nefretê ya dij-Semîtî tê hesibandin.
Polîsa Londonê diyar kir ku ev bûyer dê di nava civakê de, metirsiyan çêbike.
Hate ragihandin ku heta niha sê gumanbar hatine nas kirin û lêkolîn hîn berdewam dikin.
Di 14'ê Adara 2026'an de jî, li dibistaneke Cihûyan a li Amisterdamê Holandayê teqînek çêbû û ev bûyer wekî "êrîşek qestî li dijî Cihûyan" hat bi nav kirin.