Ji Tîrmeha 2025`an û vir ve parêzgeha Siwêdayê şahidiya êrîşên leşkerî yên giran dike.
Bi rêze êrîşên hevbeş ên bejahî û hewayî yên di navbera Parêzvanên Neteweyî û komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz de pêk tên rû bi rû ye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, ji aliyê eniya Mezrayê ve eniya Mecdel a li gundewarê Siwêdayê ve bi çekên giran topbaran kir.
Li gorî agahiyan di encama êrişan de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.
Li aliyê din jî li gundewarê başûrê Swêdayê, di 19`ê Adarê de li eniya gundê Beradê êrişên dijwar qewimîn.
Ev êriş bûn sedema qutbûna xeta voltaja bilind (66 kV) a ku elektrîkê dida santralên Siwêdayê û Şehbayê.
Her wiha di encamê de elektrîk li ser herêma Şehba û beşên mezin ên bajarê Siwêdayê hat qotkirin.
Beriya vê jî SOHR`ê ragihandibû ku di şeva 20`ê adarê de, Hêzên Hikûmetê Veguhêz bi droneke bombekirî derdora xaleke Parastina Neteweyî li eniya bajarokê Ara li gundewarê rojavayê Siwêdayê hedef girtibû.
Heman dîrokê Artêşa Îsraîlê da zanîn ku weke bersiva êrîşên li ser sivîlên Durzî baregehên leşkerî yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê yên li başûrê Sûriyê bombebaran kirine.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hişyarî da ku ev êrîş rawestin her wiha banga agirbesteke bi lez, parastina sivîlan û serbestberdana girtiyan kir.