Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 12 şervanên xwe yên di meha çileyê ya îsal de di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
QSD`ê di daxuyaniya xwe de, got:
"Şervanên me ku ji pêkhateyên cuda yên gelê me ne, di yek xendekê de û li eniyên pêş ên berxwedana li hemberî êrîşên komên Şamê de, şehîd bûne. Bi vê yekê wateyên herî mezin ên tevkarî û hevgirtina nîştimanî ya di rêya parastina erd û rûmetê de nîşan dan."
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şervanên wan wiha ne:
Nişet Caban bi nasnav Omer Taban ku li bajarê Hesekê ji dayîk bûye û di 17`ê çileya 2026`an de li Mekmenê jiyana xwe ji dest da.
Nişet caban
Omer Taban
Hesekê
Mekmen, 17`ê çile 2026
Mihemed Xelef bi nasnav Aram Qamişlo li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û di 26`ê çileya 2026`an li Çelebiyê jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Xelef
Aram Qamişlo
Qamişlo
Çelebiye, 26 çile 2026
Hezai El Mihemed bi nasnav Hezai li Tebqa ji dayîk bûye û di 17`ê çileya 2026`an li Tebqayê jiyana xwe ji dest da.
Hezai El Mihemed
Hezai
Cihê jidayikbûnê: Tebqa
Tebqa, 17 çile 2026
Qanai Osman bi nasnav Xebat Qamişlo li Qamişlo ji dayîk bûye û di 26`ê çileya 2026`an li Çelebiyê jiyana xwe ji dest da.
Qanai Osman
Xebat Qamişlo
Qamişlo
Çelebiyê, 26 çile 2026
Xidir Etiye bi nasnav Heqî li Hesekê ji dayîk bûye û di 17`ê çileya 2026`an li Dêrazorê jiyana xwe ji dest da.
Xidir Etiye
Heqî
Hesekê
Dêrazor, 17 çile 2026
Silêman El Mihemed bi nasnav Şivan li Hesekê ji dayîk bûye û di 17`ê çileya 2026`an li Dêrazorê jiyana xwe ji dest da.
Silêman El Mihemed
Şivan
Hesekê
Dêrazor, 17 çile 2026
Ehmed El Temir bi nasnav Agirî li Hesekê ji dayîk bûye û di 21`ê çileya 2026`an li Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Ehmed El Temir
Agirî
Sebai Sikûr
Hesekê, 21 çile 2026
Mihemed Niame bi nasnav Hemo Qamişlo li Til Şixêb ji dayîk bûye û di 26`ê çileya 2026`an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Niame
Hemo Qamişlo
Til Şixêb
Kobanê, 26 çile 2026
Heyder Xelîl bi nasnav Can Polat li Efrînê ji dayîk bûye û di 17`ê çileya 2026`an li Heqil El Sewra jiyana xwe ji dest da.
Heyder Xelîl
Can Polat
Efrîn
Heqil El sewra, 17 çile 2026
Hesen El Cemîl bi nasnav Argeş li Dêrazorê ji dayîk bûye û di 17`ê çileya 2026`an li Dêrazorê jiyana xwe ji dest da.
Hesen El Cemîl
Argeş
Dêrazor
Dêrazor, 17 çile 2026
Mihemed Casim bi nasnav Rûbar Reqa li Reqayê ji dayîk bûye û di 18`ê çileya 2026`an li Reqayê jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Casim
Rûbar Reqa
Reqa
Reqa, 18 çile 2026
Quteyba El Merbed bi nasnav Metîn Hesekê li Hesekê ji dayîk bûye û di 18`ê çileya 2026`an li Dêrazorê jiyana xwe ji dest da.
Quteyba El Merbed
Metîn Hesekê
Hesekê
Dêrazor, 18 çile 2026
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got:
" Em teqez dikin ku dê xwîna wan a pak vala neçe, lê dê wek sembola çarenûsa hevpar û meşaleya ku rêya têkoşîna hevpar a tevahî pêkhateyan ronî dike, bimîne.
Em soz didin gelê xwe ku em ê bi hemû rêbazan rêya şehîdan bişopînin ta hêviyên azadî û jiyaneke birûmet ji gelê xwe re bi cih bînin."