300 Endamên Ewlehiya Giştî yê Sûriyê derbasî Hesekê bûn

300 endamên Ewlehiya Giştî ya Sûriyê derbasî Hesekê bûn û li Telayi bicih bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberê Navenda Ragihandina hêrêma Rojhilatê Sûriyê Helzwar Mîtanî ji televîzyona me re hin agahî li ser vê mijarê parve kirin.

Helzwar Mîtanî diyar kir, di dema borî de, 2 focên leşkerî yên operasyonên teybet ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ango Asayîşê hatin avakirin.

Mîtanî da zanîn ku îro jî focek ji 300 leşkerên operasyonên teybet ji hêzên ewlehiya giştî ya Sûriyê derbasî Hesekê bûn û li talayi bi cih bûn.

Helzwar Mîtanî got, ev foca ku derbasî Hesekê bû wê herêma Talayi û Xiwêran biparêze.

Ev kom ji aliyê cîgirê serokê operasyonên taybet Ebû Musab ve, tê birêvebirin.

Ew jî efserek e ku ji hêla Asayîşê ve hatî tayînkirin û ji hêla Asayîş û Hikûmetê ve, xwedî baweriyê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye