Piştî qedandina amadekariyên berfireh û temamkirina rênîşandanên ewlehî, karwanê duyemîn ê koçberên Serê Kaniyê ku ji 689 malbatan pêk tê, gihîşt gundên navçeyên Zirgan û Tiltemir da ku li ser cih û warên xwe bi cih bibin. Ev pêvoya vegerê bi awayekî birêxistinî û di çarçoveya hewildanên saziyên peywendîdar û Komîteya Koçberên Serê Kaniyê de hate meşandin, ku tê de hemû hêsankariyên rêyan ji bo koçberan hatibûn dabînkirin.
Karwanê duyemîn ê koçberên Serê Kaniyê gihîşt cih û warên xwe
Pêvajoya vegera birêxistinî ya koçberên Serê Kaniyê berdewam dike û di vê çarçoveyê de 689 malbatên din gihîştin gundewarê rojhilatê herêmê.