Yek ji pêşengên herî mezin ên sînemayê Yılmaz Güney, di 9’ê Îlona 1984’an de li xerîbiyê (Parîs) koça dawî kir. Güney, ne tenê wekî hunermendekî serkeftî, di heman demê de wekî şoreşgerekî çandî û hunerî ku mafê çîna karker û gelê xwe diparast, di nava dîrokê de cihê xwe girt.
Ji karkeriya pembû ber bi perdeya spî ve
Yılmaz Güney di 1’ê Nîsana 1937’an de li gundê Yenîceya Edeneyê di nava malbatekî feqîr de ji dayik bû. Di dema dibistana navîn de karkeriya pembû dikir û di heman demê de dest bi karê belavkirina fîlman kir. Ew ji wêjeyê pir hez dikir û dest bi nivîsandina çîrokan kir. Piştî naskirina derhêner Atıf Yılmaz, derbasî cîhana sînemayê ya rastîn bû û wekî lîstikvan û alîkarê derhêner dest bi kar kir.
Zindan û sirgûn ne bûn asteng
Ji ber ramanên xwe yên siyasî û welatparêzî, Güney gelek caran rastî girtin û qedexeyan hat. Di sala 1957’an de cezayê girtîgehê û mişextiyê lê hat birîn, ji ber vê yekê wî nekarî xwendina xwe ya zanîngehê biqedîne. Güney ji bo vê serdemê digot:
"Dibistana min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e... Mamosteyê min jî jiyan e."
Lê belê zindanê nekarî pêşiya hunera wî bigire; wî di girtîgehê de jî nivîsandina senaryoyan berdewam kir.
Serkeftina navneteweyî û xelata Cannesê
Güney di jiyana xwe de di 111 fîlman de rol lîst, 58 senaryo nivîsand û derhêneriya 20 fîlman kir. Di sala 1966’an de "Güney Film" damezirand. Fîlmên wî yên wekî "Umut", "Sürü" û bi taybetî "Yol" (Rê) di asta cîhanê de deng veda. Fîlmê "Yol" di sala 1982'yan de li Festîvala Fîlman a Cannesê xelata herî mezin "Palmeya Zêrîn" wergirt û navê wî di dîroka sînemaya navneteweyî de nexşand.
"Em vê qederê red dikin"
Güney ku di nava damezrênerên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de jî cih girt, berî mirina xwe di axaftineke xwe ya dîrokî ya Newroza 1984'an de li ser doza gelê xwe weha gotibû:
"Em vê qederê red dikin, Em naxwazin bibin zarokên welatekî bindest ê ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin; em dixwazin bibin zarokên welatekî azad, serbixwe û yekgirtî. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evînê û azadîyê bibêjin.
Yılmaz Güney di 47 saliya xwe de li Parîsê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û li nêzî gora Dr. Abdulrahman Qasimlo û Kamuran Bedirxan hat veşartin. Tevî ku 42 sal di ser mirina wî re derbas bûne jî, berhem û peyama wî ji nifşekî derbasî nifşê din dibe.