Li Silêmaniyê pêşangehek ya peykeran hat vekirin

Li Silêmaniyê Navenda Ronakbîrî ya Gelawêj pêşangeheke peykeran ji bo 31 huermendên Kurd û Ereb hat vekirin. Pêşangeh wê 4 rojan dewam bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di saetên piştî nîvroyê de bi tevlîbûna hunermendên ji pîşeyên cuda li Navenda Ronakî ya Gelawêj a Silêmaniyê pêşangeheke hevpar a hunermendan a karê peykersazî hat vekirin.

Rêveberê pêşangehê Mihemed Fetah li ser pêşangehê axivî û got:

“Navenda Ronakîbîr a Gelawêj ji bo peykersazan pêşangehek ji bo 31 hunermedên Kurd û Ereb vekir,

armanca ji vê pêşangehê ew e ku hunera peykersazan bê nîşandan.

Pêşangeh wê 4 rojan dewam bike. Di vê pêşangehê de 35 karên hunerî yên cuda hat nîşandan. Di nava peykeran de peykerê ji kevir û dar heye.

Peykersaz Karwan Mehmûd jî axivî û diyar kir ku pêşangehên wiha ji bo karê hunerî bê vekirin pir girîng e û got: “Ez bi berhemekê tevlî vê pêşangehê bûme. Pêşangehên peykeran pir kêm tên vekirin. Ji ber ku kêrhatî û baldariyeke baş dixwaze.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye