37'emîn Mehrîcana Govendên Kurdistanê li Almanyayê dest pê kir

37’emîn Mehrîcana Govendên Kurdistanê li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê bi meşekê dest pê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo 37’emîn Mehrîcana Govendên Kurdistanê ji Almanya, Fransa û Swîsreyê bi giştî 35 komên dîlanê hatin Wuppertalê.

Endamên Jurî, mamosteyên dîlanên gelêrî û xwendekar vê sibehê saet di 09.00’an de li Gara Trenê ya Sereke ya Wuppertalê hatin gel hev.

Koma Mehrîcanê ya ku ji nêzî 400 kesî pêk tê, bi cil û bergên xwe yên Kurdî bal kişandin.

Kesên ku kom bûne, bi dahol û zirneyan govend gerandin.

Piştre ber bi navenda bajarê Wuppertalê ve meşek li dar xistin.

Piştî meşê koma Mehrîcanê hate Wuppertal Uni Halle û hûnerên xwe pêşkêş kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye