Teqîn duh êvarê, li kantona Shanxi ya bakurê Çînê di kangeha komirê ya ‘Liuchinyu’ de, pêk hat.
Li gorî agahiyên dawiyê, di encama vê teqînê de, 90 kesî jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî, di binê erdê de asê mane.
Hate eşkerekirin ku di wî cihê ku di bin erdê de ye, 247 karker kar dikirin.
Hin agahî jî, diyar kirin ku piştî teqînê asta karbonmonoksîtê di hundirê kangehê de gelekî bilind bûye.
Ev yek jî, metirsiyê li ser kesên ku di bin erdê de mane zêdetir dike û rewşa wan xirabtir dike.
Serokê Çînê Şi Jinping ji bo rizgarkirina kesên birîndar û yên ku asê mane û ji bo lêkolînkirina sedemên bûyerê, banga xurtkirina hewldanan kir.