Emmanuel Macron: Ez Sûriyê pîroz dikim

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Giştî yê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk biryara entegrekirina QSD`ê di nava artêşa Sûriyê de pîroz kirin. Di peyamên wan de ev gav wekî gaveke dîrokî û girîng ji bo aştî, aramî û yekparebûna Sûriyê hat dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê X`ê peyamek belav kir û Sûriye pîroz kir.

Emmanuel Macron ragihand ku ew biryara fesixkirina QSD`ê erênî dibînin û got:

Ez Sûriyê ji ber gava diyarker a ku doh di pêvajoya entegrasyona aştiyane ya Hêzên Sûriya Demokratîk a di nav dewleta Sûriyê de hatiye avêtin pîroz dikim.

Ez pêbendbûna Serokkomar Ehmed Şer û hesta berpirsyariyê ya Mezlûm Ebdî û QSD`ê ya li ser vê mijarê silav dikim.

Macron destnîşan kir ku ew dê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin û got:

Fransa dê di çarçoveya rêzgirtina li hemû pêkhateyên Sûriyê û mayîna çekan a tenê di destê dewletê de, piştgiriyê bide pêvajoya veguhêz a li Sûriyê.

Tekane rêberê vê yekê jî yekîtî û serweriya Sûriyê ye."

Kemal Kiliçdaroglu: Ez bi entegrekirina QSD`ê di nav artêşê de kêfxweşim

Serokê Giştî yê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Kiliçdaroglu diyar kir ku ew bi entegrasyona QSD`ê ya nav Artêşa Sûriyê kêfxweşe û got:

Ez pêşwaziyê li pêngavên ku li Sûriyê ji bo aştî û aramiya mayînde tên avêtin dikim.

Sûriyeyeke ku maf, azadî û nasnameya Kurdan tê parastin dê yekparebûna welatê xwe biparêze.

Ev dê ji bo berjewendiyên Tirkiyê û gelên herêmê jî baş be.

Divê Pirsgirêka Kurdan ji bin siya çek û pevçûnan derkeve û çareserî bi siyaseta demokratîk, bi hiqûqê û di bin banê Parlamentoya Tirkiyê de were kirin.

Ez ji dil dixwazim ku pêvajoya biratiya dîrokî ya Tirk û Kurdan bigihîje encamekê.

Omer Çelîk: Bi fesixkirina QSD`ê re qonaxeke girîng hat derbaskirin

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî destnîşan kir ku divê Sûriye wekî welatekî yekgirtî ber bi paşerojê ve bimeşe.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û tê de wiha nivîsî:

"Piştî fesixkirina QSD`ê yê ji bo xurtkirina yekparçeyiya navxwe ya Sûriyê qonaxeke girîng hat derbaskirin.

Ev îrade ji bo birayên me yên Kurd ên li herêmê jî nîşaneya paşerojeke ronî ye.

Em dê di piştgiriya hemû pêngavên ku ji bo aramî, ewlehî û

xweşguzeraniya Sûriyê û welatên cîran tên avêtin de berdewam bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye