Ûkraynayê bi 426 dronan êrîşî Rûsyayê kir û Zelensky bang li Çînê kir

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku pergalên berevaniya esmanî şevê din li ser axa piraniya herêmên Rûsyayê 426 dronên Ûkraynayî girtin û tine kirin. Ajansa nûçeyan a Rûsî TASS jî li gorî gotinên Komîsera Mafên Mirovan Yana Lantratova ve, got "Rûsya û Ûkrayna li ser pêkanîna danûstandineke nû ya girtiyan, lihevkirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku pergalên berevaniya esmanî şevê din li ser axa Rûsyayê 426 dronên Ûkraynayî girtin û tine kirin.

Her wiha Serokê Ûkraynayê jî bang li Çînê kir û bal kişand ser "rola dîplomatîk a xurt" a Pekînê di bidawîanîna şer de.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandin ku balafirên bêmirov ên Ûkraynayê

herêma Moskovayê, Krasnodar Krai û Komara Krîmê û derdora wê asteng kirine.

Di heman demê de Waliyê Bajarê Sêvastopolê Mikhail Razvozhayev ragihand hêzên Rûsyayê êrîşeke mûşekî ya hêzên Ûkraynayê ya li dijî bajêr ku bi şev pêk hatibû, têk birin.

Dîsa sê mûşekên krûz ên dûravêj ên bi navê "Flamingo" yên li ser Deryaya Reş jî îmha kirin.

Parêzvanên Neteweyî yên Rûsyayê ji ajansa nûçeyan a TASS re li gorî pisporê teqemeniyan ragihandibû ku hêzên Ûkraynayî gelek caran ji balafirên bêmirov teqemeniyan davêjin, teqemeniyên wan jî bi awayekî vedişêrin da ku bişibin tiştên malê.

Her wiha Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku welatê wî pişta xwe bi hevkariya zêdetir a ligel Çînê û bi "rola dîplomatîk a xurt" a Pekînê ve girê dide.

Zelenskyy li ser platforma Xê  wiha got:

"Aştî dikare bibe destkeftiyeke me ya hevpar û spasiya Serokê Çînê kir, ji ber pîrozkirina wî ya ji Roja Serxwebûna Ûkraynayê.

Berî vê yekê, Serokê Ûkraynayê ragihandibû ku welatê wî hinek mûşekên berevaniyê yên cureyê "Patriot" wergirtine.

Ev yek piştî çend hefteyan ji gilî û gazincan hatin ku tê de digotin hevalbendên Rojava sozên xwe yên radestkirinê bi cih nayînin.

Lê belê wî xwe ji diyarkirina hejmara mûşekan an jî wê aliyê ku ew şandine, dûr xist.

Ajansa Tass: Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de danûstandinên nû li ser girtiyan hene

Ajansa nûçeyan a Rûsî TASS jî roja Çarşemê, ku xwe dispêre gotinên Komîsera Mafên Mirovan Yana Lantratova ve, eşkere kir ku Rûsya û Ûkrayna derbarê danûstandineke nû ya girtiyên şer de ku wekî "bi awayekî mezin" tê binavkirin, danûstandinan dikin.

TASSê ragihand ku her du alî di çarçoveya têkiliyên mirovahî yên berdewam de vê danûstandinê gotûbêj dikin, lê heya niha Kîevê ev nûçeya ajansê piştrast nekiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye