Li Komara Kongo ya Demokratîk ji ber ebolayê 719 kes mirin

Şewba ebolayê li Kongo ya Demokratîk belav bûye. Komara Kongo ya Demoratîk da zanîn ku hezar û 963 kes bi ebolayê ketine. Li gorî wê ji wan 719 kes mirine. Ji ber belavbûna ebolayê, Amerîka rê li ber vegera welatiyên xwe yên li Kongoyê ku rasterast vegerin welatê xwe, girt.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Komara Kongo ya Demokratîk li beramberî nexweşiya ebolayê berdêlên giran dide.

Li vî welatê navborî, nexweşiya ebolayê belav bûye û gelek kes ji wê mirin.

Komara Demokratîk bi daxuyaniyekê daneyên nû yên kesên ku bi nxweşiyê ketine, da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li seranserî welêt hezar û 963 kes bi nexweşiyê ketine.

Li gorî daxuyaniyê, ji vê daneyê 719 kes mirin.

Amerîka rê li ber welatiyên xwe yên li kongo rasterast girt

Ji ber vê nexweşiyê, welatên cîhanê ji ber welatiyan yên li Kongoyê bi tirs in.

Welatên cîhanê li ser welatiyên xwe yên ku dixwazin vegerin warê xwe, qeyd ferz kirin.

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo vê mijarê daxuyaniyek da.

Amerîkayê ragihand ku ew ê rê li ber welatiyên xwe yên ku li Kongoyê bi geştên bazirganî vegerin warê xwe, bigre.

Karbidestekî li Koşka Spî diyar kir ku ev yek dê welatiyên Amerîkî yên ku li Kongoyê ne yan jî yên ku vê dawiyê derketin, heta ku ew herî kêm 21 rojan li welatekî sêyemîn derbas nekin, wê nikaribin vegerin malên xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye