Wezareta Parastinê ya Japonyayê ji bo sala darayî ya bê daxwaza budceyeke mezin a ku digihîje 56 milyar dolaran kir, Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koryaya Bakur ev daxwaz wekî herikînek ku dê hemû rekorên dîrokî yên berê bişkîne bi nav kir. Pyongyangê hişyarî da ku ev berfirehbûna leşkerî bi eşkereyî amadekariyên ji bo destpêkirina şerekî êrîşkar li herêmê nîşan dide, di demekê de ku Japonya gav bi gav ji prensîba xwe ya hişk a aştiyanê ya ku ji dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem ve girtibû ber xwe dûr dikeve.
Japonyayê vê dawiyê qedexeya li ser hinartina çekan rakir, pergalên avêtina mûşekan li giravên xwe yên dûr bi cih kirin, û her weha zextên siyasî yên navxweyî zêde dike da ku destûra xwe ya aştiyanê biguherîne ji bo rûbirûbûna bandora her ku diçe mezin a Çînê.
Pekîn ku hevalbenda herî mezin a Koryaya Bakur e, fikarên xwe yên kûr li ser tiştê ku jê re dibêjin "mîlîtarîzasyona nû" ya Japonyayê anî ziman, di demekê de ku hikûmeta Serokwezîr Sanaye Takaichi stratejiya xwe ya parastina neteweyî bi berfirehî nû dike.
Ev aloziya nû ligel hewldanên Amerîkayê yên ji bo vekirina xetên peywendiyê bi Pyongyangê re û kêmkirina rahênanên leşkerî yên hevpar ligel Sêûlê re rû dide, lê di heman demê de Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Shinjiro Koizumi pabendbûna hikûmeta xwe wekî neteweyeke aştîxwaz tevî van gavan dubare kir.