Li Hindistanê 18 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Hindistanê ji ber hezaza erdê, 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Medyaya Hindistanê ragihand ku li bakurê Hindistanê hezaza erdê çêbû û otobûseke di bin erdê de ma.

Qeza li ser rêyeke navçeya Bilaspur a eyaleta Himachal Pradesh, bakurê Hindistanê qewimî û tê payînkirin ku nêzîkî 30 heta 35 rêwî hildigirt.

Di encama vî qezayê de, 18 kesan jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî hatin rizgarkirin û çend kesên din jî di bin erdê de man û çarenûsa wan heya niha nediyar e.

Serokwezîr Narendra Modi ragihand ku wê ji Fona Alîkariyê ya Neteweyî ya Serokwezîr 200 hezar rupî ji bo malbatên qurbaniyan û ji bo birîndaran jî, 50 hezar rupî were terxankirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24