Eger El Qaîde paytexta Malî Bamako kontrol bike, Bamako dê di cîhanê de bibe welatê yekem ku El Qaîde kontrol dike.
Pêşveçûna bilez a vê koma çekdar piştî rêzedestkeftiyên li Afganistanê pêk hat.
Vê rêxistinê dorpêçeke dijwar li ser paytextê ferz kiriye û rê nade erebeyên xwarin û sotemeniyê derbas bibin.
Rayedarên Rojavayî piştrast dikin ku rêxistin stratejiyeke hêdî hêdî a dorpêçê dimeşîne.
Cema'at Nusrat el-Îslam wel-Muslimîn (JNIM) di sala 2017'an de ji aliyê çend komên girêdayî El Qaîdeyê ve hatiye damezrandin.
Li gorî Rojnameya The Wall Street Journalê endamên wan ji rêberên El Qaîdeyê yên li Afganistan û Pakistanê perwerde û çêkirina bombeyan hîn bûne.