Rûsyayê binesaziya Kîev û Odesayê kir armanc

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bi şev êrîşên bi dronan birine ser binesaziyên pîşesazî, navendên lojîstîk, bendergeh û keştiyên Ûkraynayê yên ku ji bo berjewendiyên artêşê tên bikaranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya wezaretê, li herêma Kîevê stasyoneke dabeşkirina gazê ya li bajarokê Boyarkayê û navenda lojîstîk a "BDU Logistic" ya li bajarokê Shastlivoye hatine lêdan. Li aliyê deryayî ve jî, keştiyeke barkirinê ya li bendergeha Odesayê û binesaziya bendergeha Îsmaîlê ku ji bo barkirina kelûpelên leşkerî dihatin bikaranîn, bûn armanca êrîşan. Li aliyê din, Rûsyayê eşkere kir ku pergalên wan ên parastina ezmanî di heman şevê de 244 dronên Ûkraynayê li seranserî 19 herêmên Rûsyayê û deryaya Reş rûxandine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye