Civîna Bilind a Bazirganî ya Îraq û Amerîkayê li Washingtonê, bû platforma ragihandina stratejiyeke nû ya aborî û siyasî ya Amerîkayê li beramberî Îraq û herêmê.
Tom Barrack, Nûnerê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Îraqê, di daxuyaniyekê de piştgiriya bêmerc a Washingtonê bo kabîneya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî daxuyand.
Barrack diyar kir ku sektora pîşesazî û bazirganiyê pêşengên geşepêdanê ne û dîplomasiya klasîk li pêşberî vê rola nû paşve çûye.
Îraq, Sûriye, Urdun, Tirkiye, Libnan û Misir di vê projeyê de beşdar in
Her wiha pesnê şiyana Elî Zeydî da ku dikare qonaxa bê veguherîne hevalbendiyeke nû ya li ser bingeha ewlehî û hevkariyê.
Projeya nû ya Îraq û Amerîkayê karkirina li ser projeyeke mezin a stratejîk a veguhastina enerjiyê bi hevahengiya digel Îraq, Sûriye, Urdun, Tirkiye, Libnan û Misrê ye.
Tom Barrack: Em ê girîngiya stratejîk a Tengava Hurmizê kêm bikin
Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku di nava du salan de Tengava Hurmizê girîngiya xwe ya stratejîk winda bike.
Ev yek jî bi rêya guhertina modela veguhastina deryayî ji rêyên teng û tije metirsî ber bi rêyên bejayî yên alternatîf ve pêk tê, ku pişta xwe bi prensîba "gihandina ewle" ve girê dide.
Projeya Rêya Navîn ji Tirkiyê dest pê dike û digihêje Asyaya Navîn
Di mijareke din de, Nûnerê Serokê Amerîkayê bal kişand ser projeya "Rêya Navîn" ku ji Tirkiyê dest pê dike û di ser Azerbeycan û Tirkmenistanê re derbas dibe heta digihêje Asyaya Navîn.
Jixwe armanc ji vê yekê ew e ku qebareyeke mezin a gaza xwezayî were veguhastin ji bo Ewropayê.