Projeya nûjenkirina xeta Kerkûk-Banyasê hat îmzekirin

Di bin çavdêriya Amerîkayê de, Îraq û Sûriyê li Washingtonê ji bo nûjenkirina boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê peymanek îmze kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îraq û Sûriyê 17’ê tîrmehê, ji bo nûjenkirina boriya petrolê ya di navbera Kerkûk û Banyasê de peymanek îmze kirin. 

Projeya nûjenkirina xeta Kerkûk-Banyasê bi çavdêriya Amerîkayê 

Tê payîn ku şîrketa Chevron a Amerîkî projeyê bi cih bîne.

Ev gav di demekê de tê ku Îraq û Amerîkayê 48 peyman û yadaştnameyên têgihîştinê yên bi nirxê 60 milyar dolarî îmze kirine.

Ev yek jî di demekê de tê ku serokwezîrê Îraqê roja pêncşemê serdana baregeha sereke ya Chevron li Houston, Texas kir.

Her wiha, Zeydî roja înê di gotarekê de got ku aboriya Îraqê li veberanîn û hevkariyên demdirêj digere, ne tenê peymankaran ji bo pêkanîna projeyan.

Balyozxaneya Amerîkayê jî li Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew pêşwazî li vê gavê dikin.

Her wiha got ku Amerîkayê pêşwazî li îmzekirina paymana dîrokî ya têgihîştinê ya di navbera hikûmeta Îraq û ya Sûriyê de li ser nûjenkirina boriya petrola xam a di navbera herdu welatan de dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku projeya binesaziya stratejîk dê bi pêşxistina têkiliyên herêmî û vejîna aborî, ewlehî û aramiyê xurt bike.

Boriya Kerkûk-Banyasê 800 kîlometre ye 

Her wiha hat tekezkirin ku şîrketên Amerîkî dê di pêkanîna projeyê de roleke sereke bilîzin.

Boriya Kerkûk-Banyasê 800 kîlometre dirêj e û berî ku ji xizmetê derkeve, rojane 300 heta 700 bermîl dihat hinardekirin.

Lê belê, ev çend sal in borî xera bûye û petrola Îraqê careke din di wê re derbas dibe.

Nûjenkirina xeta Kerkûk-Banyasê ji du heta sê salan dê bidome

Boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê di sala 1952’yan de hatiye çêkirin.

Despêkê di rojekê de dikarî 300 hezar bermîlî veguhêze.

Lê ji sala 2003’yan ve hinardekirina petrolê ya bi rêya vê boriyê sekiniye.

Tê payîn ku projeya nûjenkirina xeta Kerkûk-Banyasê du heta sê salan bidome.

Her wiha ji 4,5 heta 10 milyar dolar dê lê were xerckirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24