Ji bo piştgiriya herêma Xezeyê ya dorpêçkirî, keştiyên girêdayî fîloya alîkariyê ya navneteweyî berî çend hefteyan ji Ewropa û welatên Ereban ên li ser beravên deryaya Spî, ber bi Xezeyê ve birêketin.
Li gorî Îsraîl û Koalîsyona Fîloya Berxwedana Cîhanî ku vê înîsiyatîfê kordîne dike, artêşa Îsraîlê îro sibehê keştiyên ku girêdayî fîloya alîkariyê ya navneteweyî bûn, desteser kirin.
Fîloya Berxwedana Cîhanî ragihand ku artêşa Îsraîlê 3 ji keştiyên fîloyê desteser kiriye.
Fîloyê li ser Instagramê diyar kir ku artêşa Îsraîlê sînyalên xwe asteng kiriye û siwarî 2 keştiyan bûye.
Êvara çarşema borî, rayedarên Îsraîlê 42 keştîyên ku girêdayî Fîloya Simudê bûn, dema ku ew di avên navneteweyî de ji bo mîsyoneke mirovî ber bi Xezeyê ve diçûn, desteser kirin.
Berî ku roja Înê destpêkirina dersînorkirina wan ragihînin, wan bi sedan çalakvanên navneteweyî yên li ser keştiyê girtin.
Qonaxa yekem a peymana Xezeyê dibe ku roja înê were temamkirin
Di hemwextî ku Îsraîl êrîşî keştiyên Fîloya Berxwedana Cîhanî dike, li Misirê jî dan û standinên ji bo agirbesta li Xezeyê, di navbera şandeyên Îsraîlî û Hemasê de, berdewam e.
Çavkaniyek agahdar a Misirî piştrast dike ku ger atmosfera erênî ya ku niha di dan û standinên Şarm el-Şêx de heye berdewam bike, qonaxa yekem a plana aştiyê ji bo Xezeyê, dikare berî roja Înê ya bê were temamkirin.
Heman çavkaniya Misirî pêşbînî dike ku pêncşemê an jî roja Înê ya bê rêkeftineke pêşîn were kirin û Trump wê ragihîne.
Hemas: Em ji bo gihiştina rêkeftinekê li ser Xezeyê amade ne
Ji aliyê xwe ve, Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) duh ragihand ku ew amade ye li gorî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bidawîanîna şerê li Xezeyê rêkeftinekê bike, lê ji bo pêkanîna vê yekê daxwazên xwe jî, eşkere kir.
Di salvegera duyemîn a êrîşa Hemasê ya li ser Îsraîlê de ku bû sedema êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê, Trump duh li ser pêşketina ber bi rêkeftina Xezeyê ve geşbîniya xwe anî ziman.
Her wiha serokwezîrê Qeterê wê îro bi armanca pêşvebirina plana agirbesta Xezeyê û rêkeftina berdana dîlgirtiyan tevlî dan û standinan bibe.