SOHR`ê derbarê hûrguliyên kuştina van 7 kesan de ev agahî dan:
“Li gundewarê Helebê xortek bi guleyekê hat kuştin.
Li Lazkiyê jî, jinek bi kêrê bi destê dizekî ku ketibû mala wê hat kuştin.
Her wiha li Lazkiyê Endamekî Ewlekariya Giştî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi sedama ku bombeyeke destan di destê wî de bû teqiya û jiyana xwe ji dest da.
Li gundewarê Dêrazorê keçeke 10 salî bi guleyeke bêserûber hat kuştin.
Zarokekî 10 salî bi guleyeke bi şaştî li gundewarê Hemayê hat kuştin.
Cenazeyê xortekî ji gundê Redîma El Luwa, bakurê Siweydayê ku 65 rojan windayî bû hat dîtin.
Li gundê Akaş ê li çola Hemayê zarokekî dema diçêrandina pez de, ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.”