Komên çekdar ên girêdayî Hikumeta Veguhêz a Sûriyê bi balafirên bêmirov û topan, xaniyên sivîlan ên gundê Um Tîne yê girêdayî Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê bombebaran kirin.
Di encamê de 5 jin û 2 zarok şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Partiyên PADK û PYD'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku ev komkujî, qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovahiyê binpê dike.
PADK: Hikûmeta veguhêz berpirsa komkujiyê ye
Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê (PADK) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku êrişker dixwazin tirs û xofê di nava gelê Sûriyê de biçînin.
PADK da xuyakirin ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyê, berpirsa komkujiyê ye û bang kir ku hesab ji êrişkeran bê xwestin.
PYD'ê bang li (NY) kir ku sivîlan biparêze
Di heman çarçoveyê de, rêxistina Reqa ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyanî da û got ku armanca van komkujiyên berdewam, têkbirina aramî û ewlehiya Sûriyê ye û bang li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku sivîlan ji van kiryaran biparêzin.
Di dawiya daxuyaniyê de, hat ragihandin ku îdiayên Wezareta Parastinê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyê ne rast in û PYD`ê ev yek red kir.
PYD: QSD`ê hêza parastina jiyana azad e
Di dawiya daxuyaniya xwe de, PYD`ê got: Em bi QSD`ê bawer in ji ber ku ew hêza parastina jiyana azad û bi rûmet e.