Seyîd Evran di sala 1969'an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik dibe. di malbateke ku xwedî kevneşopiya serhildana Şêx Seîd de mezin dibe. Di temenê xwe yê ciwan de, Tevgera Azadiyê nas dike.
Dema li Zanîngeha Çukurovayê dixwend, bû xwendekarê Gurbetellî Ersöz, pêşenga Çapemeniya Azad. Bi vê coş û xwestekê, di sala 1990`î de, li bajarê serhildan û berxwedanê li Amed'ê tevlî refên têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe.
Bi hişmendiya ku dîroka bi êş a welêt barekî giran li ser milên wî daniye, tevgeriya. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi xebata xwe ya çapemeniyê kir.
Têkoşîna rojnamevan Seyîd Evran 33 salan dewam kir
Di salên 1990'î de, dema ku Dewleta Tirkiyê êrîşên xwe yên qirkirinê zêde kir, gund hatin şewitandin, rojnamevan li kolanan hatin qetilkirin û bi hezaran rewşenbîr û karsaz hatin kuştin, Seyîd Evran bi kamera û pênûsekê li Kurdistanê wekî rojnamevan dest bi xebatê kir.
Seyîd Evran hertim hewil dida ku rastiyê ji cîhanê re ragihîne, ji ber vê yekê ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran hate binçavkirin, rastî êşkenceyê hat, dema ku li pey heqîqet û azadiyê bû, gelek caran bi mirinê re rû bi rû dima, lê ji têkoşîna xwe gavek jî paşve neavêt.
Bi pênûs û kameraya xwe rastiya têkoşîn û berxwedanê ragihand
Paşê, berê xwe da çiyayên azad û di nav Gerîlayên Azadiyê de geriya, jiyana wan, têkoşîna wan û berxwedana bê navber a li wir hatî meşandin, ji gelê Kurd û cîhanê re ragihand.
Wêje, bi jiyana çiyayî re anî cem hev û bi dehan berhem nivîsandin. Çapemeniya azad karê wî bir Ermenîstanê û ji wir jî derbasî Rûsyayê kir.
Wî rewşa civaka Kurd a li wir ji nêz ve şopand û berhemên girîng nivîsand. Ew şoreşger û rojnamevan bû, mîna dendika atomê, her tim di nava tevgerê de bû.
Di 2012'an de Seyîd Evran berê xwe da Rojava
Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, bi heyecan Seyid Evran di sala 2012`an de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.
Wî pêvajoya şoreşgerî gav bi gav ji Dêrikê heta Efrînê şopand û bi rêya Ajansa Nûçeyan a Firatê ji cîhanê re ragihand.
Bi pêşengên şoreşê re civiya û pirtûkek li ser tiştê ku wî wekî jiyana nû ya ku dihat pejirandin dît, weşand.
Wî di avakirin û organîzekirina rojnameya Özgür de, ku bi şoreşê re geş bû, roleke girîng lîst û bi dehan rojnamevan perwerde kir.
Seyîd Evran di 22'ê îlona 2023'an de tevlî karwanê şehîdan bû
Seyîd Evran ji sala 2020'an vir ve, bi pirsgirêkên tendirustiyê yên cidî re rû bi rû ma. Gelek emeliyatên dil derbas kir û tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên ku her ku diçûn girantir dibûn jî, hema hema qet dest ji xebatê bernedida.
Rojnameger û nivîskar Seyid Evran di 22'ê Îlona 2023'an de, ji ber nexweşiya dil tevlî karwanê nemiran bû.