Di çarçoveya bicihanîna peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê de, mijara sereke serbestberdana dîlgirtiyan bû.
Sibe dê Komeke din a dîlgirtiyên QSD`ê yên di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ne, werin berdan.
Li gorî agahiyan ev kom ji nêzî 300 kesî pêk tê.
Koma yekemîn a dîlgrtiyan ku ji 59 kesan pêk dihat, hatin berdan.
Di 10 `ê adarê de jî, li bajarê Hesekê koma duyemîn a ku ji 100 kesan pêk dihat, hatin berdan.
Her wiha di 19`ê adarê de zêdetirî 300 dîlgirtî yên di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hatin berdan û di nava wan de şervanên YPJ`ê jî hebûn.
Di heman demê de her komek ji dîlgirtiyên QSD`ê dihat berdan, ên Hikûmeta Veguhêz ên di destê QSD`ê de jî heman hejmar dihatin berdan.
Sibe pênçşemê 9`ê nîsanê komeke din a dîlgirtiyan tê berdan.