Li Hewlêrê dronek hate teqandin

Duh li Başûrê Kurdistanê û Îraqê gelek êrîş pêk hatin û piraniya êrîşan cih û malên sivîlan dikirin armanc. Di encama êrîşa li Bexdayê de duh bi şev 2 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojane peşkên şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de li Îraq û Başûrê Kurdistanê dikevin.

Duh bi şev careke din bi dronan êrîşî Hewlêrê hate kirin.

Li gorî agahiyan berî demekê, dronek li ezmanên Hewlêrê ji aliyê sîstema parastinê ve hate teqandin.

Hate ragihandin ku parçeyên wê li taxa Karêzan kete ser malên welatiyên sivîl.

Li gorî agahiyan ti ziyanên canî heta niha tune ne.

Heta niha aliyên fermî ti daxuyanî li ser mijarê nedane.

Duh li deverên cuda yên Bexdayê dron li ser hinek xaniyan ketin

Duh Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku li deverên cuda yên Bexdayê dron li ser hinek xaniyan ketine.

Wezaretê ragihand ku li herêma Amiriyeyê ya Bexdayê ji ber ketina dronekê ya li ser xaniyekî 2 kes mirine.

Her wiha, li nêzîkî xaleke ewlehiyê di dema êrîşeke ezmanî ya li ser kampeke Heşda Şeibî de efserekî bi rutbeya serheng û 4 wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku tîm ji bo nehiştina cebilxaneyeke neteqiyayî ya ku li nêzîkî Huseyniyeya Îmam El-Muntezer ketiye, hatine şandin.

Daxuyaniyê, diyar kir ku di êrîşa ezmanî ya li ser avahiyekê li Kolana Filistînê ya li milê Rusafayê ya Bexdayê de, banê xênî zirar dît, lê ti ziyana canî çênebû.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye