Ji 8’ê kanûna 2024’an ve DAIŞ’ê 153 êrîş pêk anîne

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebcer Dawûd li ser navê Fermandariya Giştî ya QSD`ê derbarê pêşketinên dawî yên şerê li dijî DAIŞê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da. Fermandariya Giştî diyar kir ku bi hevahengiya berdewam bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, hêzên wan di 10 mehên borî de rêze operasyonên pêşwext ên meydanî pêk anîne ku bûne sedema hilweşandina şaneyan, girtina bi dehan gumanbar û têkbirina bi dehan planên êrîşê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera hilweşîna rejîma Baasê li Şamê di 8ê Kanûna 2024`an de û 20`ê îlona 2025`an de, şaneyên DAIŞ`ê 153 êrîş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. QSD`ê dibêje ev rêje nîşan dide ku hewldanek DAIŞê ye ji bo ji nû ve rêxistinkirin û berfirehkirina çarçoveya operasyonan e.

 

QSD`ê: Li dijî daiş`ê me 70 operasyon pêk anîn

 

Berdevkê fermî yê QSD`ê daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk xwend û da zanîn ku wan bi hevahengiya berdewam bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, hêzên wan di 10 mehên borî de, rêze operasyonên pêşwext ên meydanî li dijî şaneyên DAIŞ`ê pêk anîne. 

Bi tevahî, hêzên wan, bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî, 70 operasyon pêk anîn, di nav de 3 operasyonên berfireh, ku tê de 95 çekdar, di nav de 3 serkirde hatin girtin.

Her wiha 6 çekdar, di nav de 2 serkirde hatin kuştin û gelek çek, cebilxane û belgeyên nasnameyê hatin desteserkirin.

 

Di êrîşên çekdarên daiş`ê 30 şervanên QSD şehîd bûn

 

Di daxuyaniyê de, diyar bû ku 30 şervanên QSD`ê şehîd bûn, 12 birîndar bûn û 6 sivîl jî di êrîşên çekdarên DAIŞ`ê de jiyana xwe ji dest dan.

 

QSD`ê: Em ê heta dawiyê şerê daiş`ê bikin

 

Hêzên Sûriya Demokratîk ev yek piştrast kir ku gefa DAIŞ`ê û şerê li dijî wê, bi dawî nebûye û ew hem li ser ewlehiya herêmê û hem jî li derve gefeke cidî ye.

QSD`ê hevkariya bi Hevpeymaniya Navneteweyî re hêmanek girîng e ji bo pêşîgirtina li vegera DAIŞê, û ew daxwaza piştgiriya operasyonel û lojîstîkî ya bêtir dike.

 

 

Pêwîstî bi hevkariya navneteweyî heye ji bo çareserkirina şer

 

Li gorî vê yekê, pêwîstî bi hevkariya navneteweyî ji bo berdewamkirina vî şerî û parastina aramî û ewlehiya deverê heye.

“Em soza xwe nû dikin ku em ê şerê li dijî daiş`ê bidomînin”

 

Di dawiya daxuyaniyê de, berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk got:  Em soza xwe nû dikin ku em ê şerê xwe yê li dijî DAIŞ`ê heta ku bi tevahî ji holê were rakirin û pêşerojek ewle û aram were misogerkirin, bidomînin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24