Kongre li Kompleksa Sporê ya Hidayet Turkoglu li Bayrampaşayê hat lidarxistin.
Girêdayî Kongreyê duh Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo nîqaşkirina daxwaza 45'emîn Dadgeha Asliyeya Sivîl a Stenbolê ya ji bo rawestandina kongreyê civiya bû.
Di encama civînê de biryar hat dayîn ku kongre berdewam bike.
Her wiha Serokê CHPê Ozgur Ozel di kongreyê de axivî û got:
"Em ê bêdeng nemînin, em ê tu carî serî li hember zextên hikûmetê netewînin."
Di kongreyê de Serokê berê yê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Çelik, ku wekî namzedê yekane beşdar bû, ji nû ve wek Serokê CHP yê Bajarê Stenbolê hat hilbijartin.