Di 15’ê Cotmehê de hezar û 500 girtiyên li girtîgeha Qizilhesar ya li Îranê ku cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin, dijî cezayên darvekirinê dest bi girava birçîbûnê kirin.
Hinek ji wan girtiyan ji bo biryardariya xwe nîşan bidin lêvên xwe jî dirûtin.
Di nava çend rojên borî de 17 girtî li girtîgehê hatine darvekirin.
Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, rewşa tenduristiyê ya gelek girtiyan xirab bûye, hêzên ewlekariyê hewl dane girtiyên ku lêvên xwe dirûtine, cûda bikin.
Lê girtiyan rê nedane hevalên wan ji wan werin qutkirin.
Beriya du rojan girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê jî bi daxuyaniyekê, piştgirî dan girava birçîbûnê ya li Qizilhasarê.